Girîngiya rojnamevanên jin hîn bêhtir zêde dibe

7’ê Cotmehê salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî ya Rojnameya Ozgur GundemêGurbetellî Ersoz ku di pêşketina çapemeniya jinên Kurd de pêşengî kir û yekemîn edîtora jin a didîroka çapemeniya Tirk de nasîne. Jinên rojnamevan di 7’ê Cotmeha 2014’an de ev roj wekeRoja Rojnamevanên Kurd ên Jin îlan kirin.

Di roja ku weke Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîrozkirin de, careke din ji ber ku em mîrateyê didomînin, serbilind in. Em rênîşandera çapemeniya me ya jinê Gurbetellî Ersoz ku bi hişmendiya xwedî li heqîqetê derketin mîna cilek ji agir lixwe kirine û berdêlên giran dixwaze û li kursiyên êşkenceyê û dadgehên mêtinger serî li ber serdestiyê natewîne, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz dikin. 

Em careke din şehîdên çapemeniya azad di şexsê hevrêyên xwe yên rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de ku ji bo bi mîrateya Gurbetellî Ersoz heqîqetê bigihînin jin û civakê, bi rêzdarîbi bîr tînin.

Jinên ku pênûsa Gurbetellî li erdê nahêlin, li dijî zimanê mêrsalarî medyayê ji nivîsandinarastiyan tawîz nadin. Tevî polîtîkayên zextê, binçavkirin, girtin, hezm kirin û tinekirinê , rojnamevanên jin ên Kurd ên li pey heqîqetê ne, deriyê rastiyê ji jin û civakê re vedikin. Ji ber yekê, di roja me ya îro de ku polîtîkayên şer serdest in û zayendîperestiya li qada çapemeniyêdi lûtkeyê de ye, girîngiya rojnamevanên jin hîn bêhtir zêde dibe.

Rojnamevanên jin ên Kurd bi pênûsa rojnamevanên jin rastiya pergala qirkirinê û medyayazeyendîperest a li dijî jin û zarokan deşîfre dike û ji civakê re radigihîne.

Bêguman ev mîrate bingeha xwe ji têkoşîna wêrek û biryardar a Gurbetellî Ersoz digire. WekeROJIN bi zanabûna xwedî li pênûsa derketin xwedî li heqîqetê derketine, heta dawiyê ji bo kuheqîqet winda nebe em ê li ser rêya Gurbetelliyan, meşa xwe berdewam bikin.”

Tags: people, Post Example 1
Em 25’ê Mijdarê li dijî tundiya dewleta mêr li qadan e
Em 25’ê Mijdarê li dijî tundiya dewleta mêr liqadan e