ROJIN (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) sala 2018’an ji aliyê rojnamevanên jin ve li bajarê Charleroî yê Belçîkayê hat avakirin û bi konferansekê hat ragihandin.

Her çend salên dirêj e li Ewropayê xebatên xweser yên ragihandinê yên jinê hebûn jî, cara yekê rojnamegerên jin di bin sêwanekê de bi nasnameya ROJIN hatin gel hev.

Armanca avakirina ROJIN ew e, kedkarên çapemeniyê yên jin ên Kurd ên ku neçar hatinehiştin li mişextiyê bixebitin, di bin banekê de bêne gel hev û xwe rêxistin bikin.

ROJIN xwe disipêre kevneşopiya ragihandinê ya jinê ku bi salan bi ked û bedelan veguheriye daneheveke xweser ya ragihandinê. Jinên rojnamevan ên Kurd bi feraseta ‘Wê rastî di tariyêde nemînin xebatên xwe dimeşînin.

Em jinên rojnameger û kedkarên ragihandina azad a jinê ku xwedî dîrokek e zêdetirî sedsalî ya ragihandinê ne, li dijî kodên nêr û hişê mêrê desthilat di her şert û mercî de têkoşiyan ku hebûna xwe bisipêrin têgehiştina azadiya jinê û civakê.

 Pîvanên weşanê yên ROJIN wiha ne;
* Yekser berevajî medyaya nêr a ku hebûna jinan înkar dike, nûçegihaniya li ser bingehê azadiya jinan yek ji giringtirîn prensîbên weşanê yên ROJIN’ê ye.

*ROJIN li dijî êriş, binpêkirinên maf û zextên li ser rojnamegerên jin wan diparêz e.

*Tora rojnamegerên jin bi hêz dike, li dijî zêhniyeta nêr rojnamegerên jin bi hêz dike.

*Ji bo pêşdebirina rojnamegeriya jinê xebatên atolyeyan û perwerdeyên rojnamegeriyê bi dixe.

*Berpirsyariya sereke ya ROJIN ew e bibe deng û gotina jinên ku di her qada jiyanê de ji aliyê pergala cinsiyetperest ve ked, jiyan, laş, hizir û vîna wan tine hesibandin.

*ROJIN li dijî zimanê ragihandinê cinsiyetperest têdikoşe, ji bo pêşdebirina zimanek li ser bingehê azadî, demokrasî û wekheviyê dixebite.

* ROJIN a ku xwe wekî parçeyekî têkoşîna jinan pênase û bi cih dike, wê rêça berxwedanên jinan ên di dîrokê de veşartî mayî û wêneyên wan bigerîne û wê bibe şopînera têkoşîna rêxistinên jinan ên cîhanê yên ku xwediyên wê armancê ne wekî tora jinan a gerdûnî vehûnin.

* ROJIN, bi îdiaya ku ji hunerê heta bi siyasetê, ji kûçeyê heta bi malê, ji têkoşînê heta bi rêxistinîbûnê, ji aboriyê heta bi ekolojiyê, ji tenduristiyê heta bi werzîşê, di hemû warên jiyanê de bibe deng, pênûs û hêviya jinan, wê di şopandina nûçeyan de berdewam bibe.

* Çi bav, çi bira, çi destgirtî, çi mêr, çi karbidest, çi dewlet, çi jî biyanî, kî dibe bila be, heke ji mêran mêrekî yan jî ji mekanîzmayan mekanîzmayekê bi awayekî ji awayan êrîşek bire ser jinan, ya jî îstismara cinsî li wan sepand, ROJIN wê heta dawiyê mil bi mil li gel wan têbikoşe û bibe şopdara rastiyê.