Pîvan û mercên Endamtiyê

*ROJIN, kurte navê Yekîtiya Rojnamegerên Jin ên Kurdistanê  ye.  ROJIN, li herêma Belçîka ya Flamanan 23’ê Adara 2019’an weke komeleyek ne bi armanca qezencê hat avakirin.

*Komeleya rojnamegerên Jin ROJIN bi armanca kar û xebatên jin ên rojnameger zêdetir bê dîtin, têkoşîna wan rêxistî û xuya be, di navbera jinên rojnameger û mêrên hempîşeyên wan de têkoşîna hevpar a wekheviya maf, heqdest û şertên xebatê hatiye avakirin.

Rêgezên Endamtiyê  

 *Esasgirtina armanc û pîvanên avakirinê yên ROJIN’ê

* Li hemberî pîvan û armancên ROJIN’ê wergirtina berpirsyariya kolektîv

* Endamên ROJIN’ê bi feraseta berpirsyariya li hemberî hev ji hesab dayîn û standinê re vekirî ne.

* Rojnamegerên jin, di têkoşîna azadiyê ya jinê de alî ne. Bi tevgerên jinan re, di çarçoveya pîvanên etîk ên rojnamegeriyê de di nava hevkarî û piştgiriyê de ne.

* Ji bo cihêkariya di qadên cinsiyet, cinsî, ol, temen, jêhatin, koka etnîk, miliyet, çîn û  hemû cihêkariyên ku xwe disipêrin faktorên din ji holê rake bi etîka rojnamegeriyê tevdigere.

* Azadiya jinê weke bingeha azadî û demokrasiya civakî dibîne, di serî de jin û zarok ji mafên mirovan tawîz nade.

* Li hemberî polîtîkayên pergala nêr yên mîlîtarîst û faşîzmê rojnamegeriya xwe disipêre civakê esas digire.

* Rojnamegerî wezîfeyek civakî ye; armanca bingehîn a rojnameger ew e bi çêkirina nûçeyan û bi şîroveyan gel û raya giştî agahdar bike. Rojnamegerî nikare bibe amûrek a armancên taybet û berjewendiyan; ji bo weşandina nûçeyê û berbelavkirina agahiyê, nabe xwedî berjewendiyên maddî-manewî.

* Berpirsyariya rojnameger a li hemberî gel û raya giştî, li pêşiya berpirsyariya rojnameger a li hemberî karmend û otorîteyan e.

* Di rojnamegeriyê de pîvana “ di nûçeyê de durustî-objektîvî, di şîroveyê de azadî-serbestî” bi hesasiyet tê pêkanîn.

1- Şertên endamtiyê yên komeleyê

 *Ji bo serlêdana Komeleya Jinên Rojnameger ROJIN’ê divê kes li saziyeke medyayê çalak kar bike. Erêkirina endamtiyê bi pejirandina desteya rêveber a ROJIN’ê pêk tê.

*Ji bo vê divê berendam bi nameyeke ku tê de nav, paşnav, pîşe û warnişîna xwe diyar dike, serlêdana Desteya Rêveber bike. Piştî ku ev serlêdan gihişt, di nava 15 rojan de Desteya Rêveber wê bi nameyekê bersiva derbarê serlêdana berendam de lê vegerîne. Eger serlêdan were pejirandin, tê wateya ku kes rêzikname û biryarên li gorî rêziknameyê hatine girtin jî dipejirîne.

*Desteya rêveber dikare serlêdanê red bike, lê divê sebebên wê werin ragihandin. Li hemberî redkirina serlêdanê, kes nikare serî li rêyên darazê bide.

*Kesa bibe endam dê salane têkariya ku ji aliyê Desteya Rêveber ve hatî diyarkirin bide. Ev destek mehane 5 euroyî derbas nake.

2- Şertên derketina ji endamtiyê û derxistina ji endamtiyê

*Endam xwedî maf e ku her dema xwest endamtiya xwe bi dawî bike. Şertên veqetîna ji endamtiyê heman şertên tevlîbûna komeleyê ne.

*Kesa ku ji endamtiyê veqetiyayî li ser hebûn û malê komeleyê ne xwedî ti mafî ye. Ew desteka dayî paşve nayê girtin. Kesa ji endamtiyê veqetiyayî nikare xulaseyek e hesabî bigire, hesab bipirse, mohirkirin an jî envanterekê bixwaze.

*Bi sedema ku nêzîkatî û tevgerên dijberî armanca komeleyê, Desteya Rêveber dikare endamtiya kes bicemidîne. Rayeya derxistina ji endamtiyê jî tenê di destê *Civata Giştî de ye. Bi zêdeyî ji sisiyan duyê dengên Civata Giştî kes ji endamtiyê tê derxistin.

Forma Endamtiyê ya RO-JIN

Xalên giring bi nîşana (*) hatine nîşandan.

Mehane û daneyên kesî
*Mehane 5 euro ye. Mehane dê ji aliyê endam ve ji bo hesabê bankê were rêkirin.
*Li gorî Hukmên Qanûna Azadiyê û Dosyaya agahiyan a Komeleyan, nikare daneyên kesî bi armancên tîcarî werin bikaranîn.
Beyanên Endam
Ez beyan dikim ku dixwazim bibim endama Komeleyê, di çarçoveya endamtiya xwe de taahhut dikim ku mehaneya endamtiya xwe bidim.

Min armanc û rêziknameya komeleyê xwend. Weke endam derbarê mafên xwe û erkên xwe de tam xwedî agahî me û ez van bê şert û merc dipejirînim.

Forma têkilîyê bi Word (DOCX) re dê bi e-peyamê ve were şandin: info@rojin.org.