Em di qonaxeke welê de ne ku li Kurdistan û cîhanê têkoşîna jinan a li dijî tundiya dewleta mêr, gihiştiye lûtkeyê. Sîstema baviksalar a dijminê jinê, dixwaze vê têkoşînê asteng bike. Tundiya piralî weke çekekê li dijî jinan bi kar tîne û armanc dike ku jinan ji lêgerîn û têkoşîna azadiyê dûrbike.
Yek ji van pîşeyan jî, rojnamevanî ye. Rojnamevanên jin daxwaz, maf, deng, gotin û têkoşînajinan hîn zêdetir radixe ber çavan, lewma ev yek dibe sedem ku rojnamevanên jin bênhedefgirtin. Sîstema desthilatdariya baviksalar naxwaze polîtîkayên wî yên dijminê jinê, li ti qadêeşkere bibin. Lewma bi taybetî êrîşî rojnamevanên jin tê kirin.”
Weke ROJIN em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo hem deng, gotin û daxwazên jinan ragihînin civakê, hem jî li dijî tundiya dewleta mêr li qadan bin.